Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa şîrê hişik di Îranê de bilidtir bû

11:56 - 14 Şibat 2022

Li bazarên Îranê de nirxa şirê hişk ji sedî 32 bilind bûye.

Pêka raporên fermî yên rejîma Îranê ên li derheq bilindbûna nirxa kelûpelan, nirxa şîrê hişik , liçav Befranbara sala derbasbûyî, ji sedî 32.2 zêde bûye .

Pêka danaberheva nirxên sala derbasbûyî digel îsal, nirxa şîrê hişik di heyama Rêbendana sala derbasbûyî heta Rêbendana îsal, meh lipey mehê ji sedî 2.5 zêde kiriye.

Ew zêdekirina nirxa şîr bi awayekî ye ku, her elbikek 450 geremî di Befranbara sala derbasbûyî de 33 hezar û 700 Tumen bûye lê, li Befranbara îsal ev yek bûye bi 44 hezar û 600 Tumen û heta 50 hezar Tumenî jî, hatiye firotin.

Heyamek berî niha, bi sedema kontrol nekirina nirxan ji aliyê navendên peywendîdar di bazarên Îranê de şîrê hişik ku yek jî hewcehiyên rojaneya bebikane, di bazaran de dest nediket û ev yek bibû cihê nîgeraniya malbatên xwedî bebik.