Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa şîrê hişik yên zarokan bilind bûye

13:37 - 27 Adar 2021

Tevî bilindbûna nirxa şîrê hişik yên qotiyan ku qasa şîrê têde kêmtir bûye û welatî rastî pirsgirêkan hatine û neçar in bi pereyeke zêde, bi qasê nîveya berê wî şîrî bo zarokên xwe dabîn bikin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, di bajarê Pîranşarê de, nirxa qotiyeke şîrê hişik ji 28 hezar Tumenî bo 38 hezar Tumenî bilind bûye û qasa şîrê têde jî bi nîve kêm bûye ku ew yeka bûye pirsgirêkeke micid a xelkê ku di hejariyê de dijîn û nikarîn bo zarokên xwe bikirin.

Kêmkirina qasa şîr di wan qotiyan û bilindkirina nirxa wê bûye sedem ku zarok rastî pirsgirêkên micid yên xwarina natenduristiyê bibin ku bi xwe pirsgirêkeke micid ya tenduristiyê ye û renge bibe gef li ser canê zarokan.

Rejîma Îranê ku berpirsê kêmkirina qasa şîr di wan qotiyan de ye, kontrola nirxa wê jî nake û ti girîngiyekê bi bilindbûna nirxan nade.