Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa telaqê zêde kiriye

20:08 - 22 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di 9 mehên yekema sala 1392’a Rojî de, nirxa telaqê bi berhevdan tevî 9 heyvên yekema sala 1391’a Rojî di Îranê de zêde kiriye.

Li gor rapora Kurdistanmedia û pişt girêdan bi amarên îdareya tomarkirina navenda kodîkê, di 9 mehên yekema sala 1392’a Rojî de, nirxa telaqê bi berhevdan tevî 9 heyvên yekema sala 1391’a Rojî, %8,9 zêde kiriye.

Di vê pêwendiyê de li bajarê Dîwandere ya ser bi parêzgeha Sinê, telaq di sala 1391’a Rojî li hember sala 1392’an, ji 150 haletan ve bo 158 helatan zêde kiriye û li hember rêjeya amara pêkanîna jiyana hevper kêm kiriye û ji 1214 halet li sal 1391’a Rojî bo 1087 halet li sala 1392 kêm kiriye.

Karzanên pirsgirikên aborî û civakî ji sedemên serekî yên zêdebûna rêjeya telaq û kêmbûna rêjeya pêkanîna jiyna hevper di Îranê de hesibandin.