Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa telefona iphone bû bi 83`ê milyon Tumen

13:07 - 25 Gulan 2022

Piştî gotinên li derheq qedexekirina kirîna telefonên kompaniya iphone, nirxa curek ji wan telefonan bûbi 83 milyon Tumen û mafiyayên bazirgan yên telefonan ên girêdayî rejîmê zêdetirîn qazancê dest dixînin.

Piştî gengeşeyên li derheq qedexekirina telefonên kompaniya “Apple” ji aliyê rejîma Îranê ve, nirxa cura “iphone” 13 promax ya 1 triyabat gihîşte 83 milyon Tumenî û ew di halekê de ye ku, rojek pêştir ev cura telefonê bi 70 milyon Tumenî hatibû firotin û di bazarên sînorî de nirxa wê 40 milyon Tumen bûye.

Mafiyayên bazirganiya telefonan a girêdayê rejîma Îranê di bilindbûna nirxa telefonan de, zêdetirîn qazancê dest dixînin û nirxa wan cure telefonan heta 2 hember bilind kirine.

Birêveberê Giştî yê Pêwendiyên Wezareta Pîşesazî, kangeh û Bazirganiyê, biryara qedexekirina kirîna berhemên kompaniya “apple” red kiriye û gotiye: “tomarkirina daxwazkariyên bona kirîna hemû cureyên telefonan azad e”.

Gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, di 48 demjmêrên derbasbûyî de ti daxwaziyek bona kirîna telefonên “iphone” li sîstema bazirganiyê de nehatiye tomarkirin.

Aloziya di navbera sîstema Bazirganî û Wezareta Pîşesazî, Kangeh û Bazirganiyê, bûye sedem ku nezelaliyek di nirxa telefonên “iphone” de peyda bibe û mafiyayên bazirgazîkirinê zêdetirîn qazancê ji vê derfetê dest bixînin û rengehiya vê heye ku,  mafiyayên bazirganîkirina telefonan ew alozî çê kiribin.