
Kurdistanmedia: Piştî bilindbûna nirxa goştê heyîvanan û mirîşkan , nirxa pincar û êmîş jî bilind bûye.
Li gorî raportên belavbûyî, di Îranê de, piştî bilindbûna nirxa goştê heyîvanan û mirîşkan, nirxa êmîş jî çend hember zêde bûye.
Ji aliyekî din ve, rejîm hewl dide, bi veşandina rêzbendeke din ji nirxên tiştan ku, cudahiyeke zef digel, nirxên rast yên bazarê heye, wê rewşa bêserober, bi rengekî rêk û pêk nîşan bide.
Di heyama rojên derbazbûyî de, "Esedûlla Karger" serokê yekîtiya êmîş û pincar, derheq zêde bûna nirxa êmîş û pincar de gotibû: Bilindbûna nirxan bûyerek nine ku qevimî be, belkû, Pincar û tiştên din di destpêka wan du hefteyan de, zêdebûye û herwisa gotiye ku 20 heya 25 ji sedî bilindbûna êmîş û pêncar, bi wan sebebane ku em rastî nebûna tiştan di bazarê de hatine, û her di vê derheqê de, pêdagîrîkiribû ku, hindek sebebên din hene yên wekî lehiyî di dawiyî ya başûrê rojavayî hatibû ,û her ev jî bandoreke zêde li ser bilindbûna nirxan danye.
Ewe di demekê de ye ku, piroseya piştîvanîkirina rejîmê,nemaze goşt û mirîşkan, bi nirxa hikûmetî û di gel bêseroberiyeke zêde rûbirû bûye.