
Pêka fermana Fermandariya bajarê Urmiye, bi beşdariya Zêve ya girêdayî bexşa Sîlvanayê nirxa veguhastinê li gundan ji sedî 30 bilind bûye.
Pêka nameya Fermandariya bajarê Urmiye ya bo bexşa Sîlvanayê hatî şandin, nirxa veguhastina rêvîngan li gundên vê deverê ji sedî 30 bilind bûye û ji sedî 15 ji dahata ajotvanên veguhastinê di wan rêyan de ji aliyê Kompaniya Veguhastinê ya “Karwangerd” a bajaroka Zêve tê vergirtin.
Rejîma Îranê bi cihê dabînkirina hewcehiyên taksiyan û maşînên barhilgir, nirxa veguhastinê bilind dike û ev yek di halekê de ye ku, bi sedema kirîza aborî û zêdebûna rêjeya bêkariyê, xelk heta nikare hewcehiyên destpêkî ên jiyana xwe jî dabin bikin.
Ji aliyekî din ve beşek ji dahata ajotvanan jî, ji wan distîne û ew bernameya rejîmê dîsan li dijî berjewendiya xelkê û ajotvanan e.