Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa xwarinan %71 bilind bûye

11:26 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Navenda Amar û Stratejiyên Wezareta Xweşbijîvî ya rejîma Îranê di raporekê de daye zanîn ku kontrola nirxa xwarinan ji kontrol derketiye û niha gihîştiye bi %71 ku dê enfilasiyoneke bi nişkêve li pey xwe bîne.

Roja Şemî 17ê Temûzê, Navenda Amar û Stratejiyên Wezareta Xweşbijîvî ya rejîma Îranê tevî îşare bi jikontrolderketina nirxa xwarinan daye zanîn ku metirsiya wê yekê heye ku aboriya Îranê ber bi enfilasiyona herî mezin û enfilasiyonên ji kontrolderketî ve here.

Çend rojan berî niha çendîn aborînasên rejîmê di wê derheqê de huşdarî bi “Îbrahîm Reîsî” dabûn  ku ew enfilasiyon diqewime û dibe çareseriyekê bo bikin.

Pêka amarên rejîma Îranê bi berewird digel sala par, nirxa goştê mirîşk %118, rûn %89 û nivîşkê pastorîze %121 bilind bûye.

Pêka amarên Banka Navendî ya rejîma Îranê nirxa enfilasiyona xal bi xal a avahiyan bi berewird digel sala par %56.6 bilind bûye û nirxa kirayeya xaniyan jî %80 heta %100 bilind bûye.

Di wê rewşa kirîzên aborî û enfilasiyona ji kontrolderketî de aboriya rejîma Îranê ber bi kirîzên mezintir ve diçe û çendîn aborînas li ser wê bawerê ne ku paşerojeke reş dê aboriya Îranê bigre ber xwe.