Sifreya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê roj bi roj biçûktir dibe û her carê xwarinek ji sifreya xelkê kêm dibe û di meha Remezanê de nirxa xwarinan çend qat bilind bûye û sifreya xelkê biçûktir kiriye.
Di meha Remazanê de nirxa xwarinan li Îranê ji 30 heta %300 bilind bûye û ev yeka bûye sedem ku xelk nekarin wan xwarinan bikirin, wekî mînak nirxa pincar %316 û nirxa nanê sengek jî %257 bilind bûye.
Herwisa nirxa şeker %175, badincanê sor %104, zulbiya û bamiye %100, xurme %66, penîr %54, û rûnê kere %30 bilind bûye.
Nirxa hewcehiyan bi taybet xwarinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek bilind bûne û xelk bi wê dahata kêm nikarin piraniya hewcehiyên xwe bi taybet xwarinan bikirin; Nexwarina beşek ji xwarinan dibe gefek micid li ser tendirustiya xelkê.
Rejîma Îranê bi cihê dabînkirina hewcehiyên xelkê bi taybet xwarinên wekî nan, hewla dabînkirina genimê hewce bo Lubnanê dide.