Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa zêr û pere di Îranê de gihîşte bilindtirin asta xwe

12:14 - 13 Gulan 2020

Nirxa zêr û dolar roj bi roj zêdetir dibe û nirxa zêr gihîşte asta herî bilind.

Roja Çarşemî, 13`ê Gulanê, nirxa her sikeyê zêr gihîşte 6 milyon û 625 hezar tumenan û herwisa nirxa dolar di bajarê Tehranê de gihîşte 17 hezar û 400 tumenan, lê pêka hinek çavkaniyên ne fermî, di bazaran de dolar bi kêmî peyda dibe û basa wê yekê jî tê kirin ku dolar bi nirxa zêdetir ji 20 hezar tumenî heye.

Rewşa heyî nîşan ji bilindbûna asta “nexdêngî” di Îranê de ye, nirxa dolar di hember tumenê Îranê de roj bi roj bilind dibe û rejîma Îranê bi desema neşiyan di kontrolkirina enfilasiyonê de nikare pêşî ji bilindbûna nirxan bigire.

Ji aliyekê daxwaza yekcar zaf a kirîna sike bûye sedema bilind bûna nirxa wê û ji aliyeke din ve bilindbûna nirxa dolar di hember tumenê Îranê de bûye sedem, ku xelk rastî pirsgirêka bilindbûna nirxa hewceyiyan bibe û ew darayiyên ku zû di nav bazaran de dibe pere, sike ye,  ji ber ku xelkek zêde rû ji kirina sike dikin û sermayên xwe di cihên dinê de radikin.