Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên alavên nav malê jî bilind dibin

12:41 - 29 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Berdevkê komeleya sênfî yê berhemanîn alavên nav malê got ku, nirxên me çend hember bilindbûne.

Berkdevkê komeleya sênfî yê berhemanîna alavên nav malê Hemîdriza Xeznevî di gotûbêja di gel nûçegihaniya “ISNA”yê got: Di destpêka du mehên îsal de, nirxa alavên nav malê %10 heya %20 bilindbûne û herwisa navbirî got, bi sedema bilindbûna nirxa perê Dolar, nirxa alavên nav malê jî bilindbûne, hekî nirxa perê Dolar bilind nebe nirxa alavên nav malê jî bilind nabin.

Her di vê pêwendiyê de, berpirsên Yekîtiya Nanê Pîşeyî yê welat Mihsên Lizomiyan  got, nirxa coreyên Nanê Pîşeyî, di heyam îsal de, %5 heya %20 ji bilindbûye û herwisa navbirî got, bi sedema rewşa aloz ya aboriya welat di sala derbazbûyî de, nêzîkî %30 ji navendên pîşeyî yên berhemanîna betalbûne û rewşa hinek din jî baş nine û ev tenê ji ber navûdengê xwe berdewamin.

Rewşa aboriya welat roj lipey roj aloztir dibe û welatî bi sedema bilindbûna nirxan, şiyana dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe nînin û pirraniya welatiyan bi sedema bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê û avahiyan di derdora bajaran de jiyana dikin û li hemû hewcehiyên xweş derbaziyê bê parin û rayedarên rejîma Îranê jî tu hewlekê bo çareserkirina arîşeyên wiha nadin.