Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên dermanan di bazarên Îranê de bilind bû

12:49 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di bazarên Îranê de carek din nirxên dermanan bilindtir bûn û hevdem di dermanxanan de jî, dest nakevin.

Roja Çarşemî 12ê Tîrmehê Wezareta Tendûristî ya rejîma Îranê biriyara cîbîcîkirina gelalyekê yê bi navê “Darûyar” bo dabeşkirina dermanan de û tekezî kir ku nirxa dermanan bilind nabin.

 Herwisa çend heftî berî niha jî serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” wekî her car soz da ku nirxa dermanan di Îranê de bi ti awayekî bilind nabin û gelaleya “Darûyar” bo vê yekê ye kuî pêşî ji bilindbûna nerxên dermanan bê girtin.

Lê, di rewşa han de, roja Pêncşemî 13ê Tîrmehê Saziya “Xwarin û Derman” cewaza zêdekirina nirxa 20 heta 30 ji sedî a dermanan pejirand.

Di rewşa han û di navbera gote got û sozên çewit yên navend û karbidestên rejîma Îranê nirxên dermanan bi awayek berçav bilind bûye û tevî giranbûna wan di dermanxaneyan de jî dest nakevin.

Pêka nûçeyên ku hatinî belav kirin, dermanên taybet bi nexweşiyên penceşêrê ji 10 û 25 miliyon Tumenî gihîştiye nêzî 50 heta 90 miliyon Tumenî.

Herwisa beşek ji dermanên sade yên weke “Amoxicillin” ji 6 hezar Tumenî gihîştiye bi 11 hezar Tumenî, an hebên “Hydroxychloroquine” ji 68 hezar Tumenî gihîştiye bi 243 hezar Tumenî.

Bilindbûn û nebûna dermanan bûye sedem ku, xelk bi neçarî ji dermanên bê kualêtî mifahê werbigirên û ev yek jî can û tendûristiya wan dixe metirsiyê de.

Herwisa beşek zêde ji navendên berhemanîna dermanan di Îranê de bi sedema nebûna madeyên sereke karê wan sekiniye û ev yek raste rast li ser bilindbûna nirxan û nebûna dermanan bandor dadinê, û herwisa ji aliyek din delalên bazaran jî, dermanên heyî bi rêya qaçaxkirinê bo welatên cîran dişînin an bi nirxên çend qat bilindtir difiroşin.