Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên hevcehiyan di Îranê de rû li bilindbûne

11:56 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Qeyrana aborî û bilindbûna nirxên hevcehiyan di bazarên Îranê de, rû li bilindbûnê kiriye û wê care jî, her şaneyek hêlke, gihîşte 20 hezar tûmenî.

Bilindbûna nirxan di sîstema aboriya Îranê de, rû li bilindbûn kiriye û nirxê hevcehiyên jiyanê di bazaran de, roj li pey roj zêde dibe û piştî pejirandina baykotên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê, nirxên hevcehiyên destpêkî û tiştên xwarinê, çend hember bilind bûne.

Li gorî raporên belavbûyî, hemû salek bi hatina demsala germê, nirxên hêlke û hindik li tiştên hevcehiyên din têne xwarê, lê di heyama çend rojên borî de, nirxa her şane hêlkeyek, gihîşte 18 heya 20 hezar tûmenî.

Rejîma Îranê di heyamên derbasbûyî de, bo çewtekariyên zêde û binav piştevanîkirin li berhemanînan, şandina hêlke bo derveyê Îran azad kir, daku pêşî ji zerer û ziyanan bigre, lê li gorî amaran, ne tenê pêşî ji ziyana negirtiye, belkî bilindbûna nirxan û ziyanên wan rû li zêde bûn kiriye.

Givaşên bilindbûna nirxan gihîştiye astekê ku xelkê wî welatî şîyana kirîna tiştên xwarinê tunin in, û roj li pey roj asta jiyan wan nebaş dibe.