Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên madeyên paqijkirinê jî bilind bûn

12:13 - 19 Gulan 2022

Pêka nûçeyên belavbûyî, nirxên madeyên paqjkirinê ji sedî 30 heta 80 bilind bûne û dibe ku piraniya xelkê destkurt nekarin wan hewcehiyên paqijkirinê bikirin.

Pêka belgeya belavbûyî ya “Encumena Pîşeya Paqijkirinê ya Tendirustî a Îranê” 4 rojan berî niha bilindbûna nirxên hewcehiyên paqijkirinê ji sedî 30 heta 80 erê kiriye, di rewşek wiha de xelkê destkurt bo parastina tenduristiya xwe dibe ku nekarin beşek ji wan madeyên paqijkirinê dabîn bikin.

Pêka belgeya belavbûyî ya “Encumena Pîşeya Paqijkirinê ya  saziys Tendirustî ya Îranê” nirxa toza kinc şoştinê ji sedî 30 heta 40, sabûna şil û rîka  ji sedî 60, Şampo ji sedî 50, û berhemên din yên paqijkirinê ji sedî 50 û sabûn û hevîrê didanan jî ji sedî 80 bilind bûne.

Tevî ku rojnameya “IRNA”ya girêdayê rejîmê ev belgeyek sexte binavkiriye lê, pêka gotinên xelkê yên li ser torên civakî nirxên madeyên paqijkirinê bilind bûne.

Bi sedema bilindbûna nirxan û herwisa dijwartirbûna rewşa jiyanê û destnekevtina hewcehiyên jiyanê, xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê rastî pirsgirêkên micid ên jiyanê hatine û bilindbûna nirxên madeyên paqijkirinê û destnekevtina wan jî gefek micide li ser tendirustiya xelkê .