Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên tiromibîlan bi awayekî heyrîmayî bilind dibin

18:37 - 30 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Di Îranê de nirxên tiromibîlan bi awayekî heyrîmayî û demjimêrî bilind dibin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, di Îranê de, nirxên tiromibîlan bi awayekî demjimêrî di nav bazaran de bilind dibin û nirxa her tiromibîlekê bi qasî 5 heya 30 milyon Tûmenî di heyama çend hefteyan de bilin bûne.

Nirxên tiromibîlan di heyama çend rojên borî de ku hatine mi`amile kirin, çîrokek ji hejmarên heyrîmayî û ecêb lipey xwe hebûne ku, hejamerk heya digel nirxên berê cudahiyên bingehîn hebûne û bikirên wan tiromibîlane jî, heyrîmayî mane ku tu sebebek bo hatina xwarê ya wan nirxan peyda nakin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî ku di vê derheqê de dane zanîn: Hinek li pêşangehên tiromibîlan gotine, bilindbûna nirxên tiromibîlan bûye demjimêrî û bi tu awayekî em nikarin nirxekî bo tiromibîlan bo bikiran diyarî bikin.

Herwisa xwedê wan pêşangehan gotine, nirxên hinek li tiromobîlan li çav meha Xakelêweya par 3`ê hember bûye, û berpirsên Îranê heya kengê dixwazin dest li ser dest danên û temaşevan bin? Hekî nikarin bazaran birêve bibin, bila îzina anîna tiromibîlên îşkirî jî bidin.

Her li gorî gotina birêveberên pêşangehan, hinek li berpirs û nûnerên meclisê di mehên borî de,piştevanî li Pîşeya tiromibîlsaziyê dikirin û tawana bazarê dixistine stûyê delalên bazaran, lê, îro ku nirx bilind bûne, dîsan jî her delalan tawanbar dizanin.