Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxên tiştan bênavber bilind dibin

13:10 - 18 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Li Îranê nirxên tiştan roj li pey roj bilind dibin.

 Li gorî raporên nûçegihaniyên navxweyî yên rejîmê, li Îranê piştî bilindbûna nirxa êmîş û pincar, nirxa trimobîlan jî bilind bû, wekî nirxa “tirombîla bi navê “Pirayîd”ê  heya 47 milyonî bilind bû ye.

Herwisa Nûçegihaniyên rejîmê wiha dane weşandine ku, kompaniya Rûn, bi sedema bilindbûna nirxan, ew kompaniye tiştên xwe kêm dide bazarê, û herwisa hemû kompaniya û Dukan tiştên xwarin û vexwarinê, bo pêşerojê xwedî dikin, û wan kêm didin bazarê.  

Ji aliyeke din ve,  rejîmê dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîmê, kirine hinceta zêdebûna nirxên hewcehiyên jiyanê, û her ev jî kul û derdên xelkê zêdetir dikin û heya niha %40 ji nirxên tiştan zêde bûne.

Di nav xelkê Îranê de, axavtinên wekî bilindbûna nirxan, bûye mijarên rojewê, û her ev mijara jî, xelkê derheq dabîn kirina hewcehiyên jiyanê bo pêşerojê, dilnîgeran dike.