Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîşana berxwedan û berdewambûna li ser xebatê di newroza îsal ya Kurdistanê de

20:16 - 8 Nîsan 2014

N: Kanyaw

Rêûresma cejna newrozê li gund û bajarên Kurdistana Îranê de, di demekê de birêve çû, ku hêzên rejîma Îranê bi ewlehîkirina gund û bajaran hewla têkdana wan rêûresman didan, lê rêûresma cêjna newrozê berevajiyê xwesteka karbidestên rejîma Îranê , di nava gund û herêmên curbicur ên Kurdistana Îranê bi serkevtin ve birêve çû.

Îsal jî xelkê Kurdistanê bi alîkariya rêkxirawên çandî û medenî, wekî salên berê di Kurdistana Îranê de newrozeke neteweyî û geş birêve birin.

Rêûresma cejna neteweyî ya newroz li gund û bajarên Kurdistana Îranê serbarê sepandina rewşeke emniyetî ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve, bi beşdariya berçav ya xelkê Kurdistanê birêve çû, û xelk li hemû gund û bajarên Kurdistana Îranê bi govend û dîlana beşdaran bi bê guhdana bi rewşa ewlehiyê cejna neteweyî ya 2714’an ya Kurdî bi rêve birin.

Xala cihê baldanê ya newroza îsal
ji aliyekî ve ew bû ku xelkê Kurdistanê li beşek ji herêman de bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey reqîb” û “ Emrojî salî taze ye newroz hatewe”, û herwisa bi xwendina sirûdên şoreşgerane û helbest û pexşanan ji aliyê helbestvan û nivîskaran di pesna newrozê de, rêûresmên newrozê bi rêve birin.

Ji aliyekî din ve çalakên medenî di navxwe de jêve ne ku Kurd li Kurdistana Îranê demekê dikare bibe hêza zext û givaşê bo ser Komara Îslamî ku bikare di biyavên curbicur de hêza civakî ya Kurdistanê bilivlivînin. Riya herî serekî jî bo vê meremê alîkarîkirin û xweşkirina rewşê bo lihevnêzîkkirina têkoşerên çiya di gel çalakên medenî li navxwe de ye.

Di vê derheqê de xaleke din ya balkêş rola pozetîv ya medyaya Kurdî ya opozisyon bi taybetî Tîşk TV di warê bi bicoştirkirina rêûresmên newroz û bi taybetî di pêwendî di gel rûmalkirina çalakiyan e.

Herwisa her çend ku beşek ji çalakên medenî û ferhengî li encama serkuta Komara Îslamiya Îranê de, di gel bendîxane, yan hilbijartina jiyana li derveyî welat berbirû bûn, lê îro em dibînin ku xelkê Kurdistanê û bi taybetî ciwanên welat bi hêz û pitansilyeleke zêdetir ve dixwazin ku bi mifahwergirtina ji dîroka xebata pirr ji serweriya ya neteweyî-demokratîk ya gelê Kurd, û ezmûnên xebata medenî tekoşîna xwe germtir bikin.

Di vê derheqê de xala balkêş ew e ku em dibînin ku xelkê Kurdistanê û tekoşerên riya rizgariyê, piştî vê hemû zirara ku li encama tepeseriyê de lê ketiye, serbarê dirêjiya zexta hêzên ewlehiyê, dîsan bi hêza nivşa nû ya ciwanan, û bi derswergirtina ji ezmûna xebata pirr ji şanazî û bi xwîn ya neteweya xwe, û çalakên xwedî ezmûn ên biyavên curbicur, xebata xwe berdewam dikin.

Lewra her ew ber bi pêşveçûna xebata neteweyî li Kurdistanê berhema xebata bi xwîn ya neteweya Kurd e.

Bi xweşî ve rêûresmên cêjna newrozê, xelkê kurdistan û çalakên siyasî û medenî zêdetir ji salên berê li hev nêzîk kiriye. Lewra rêûresmên newroz îsal ew sîgnala ji deshilatdarên rejîmê re şand ku nikare daxwazên rewa ên neteweya Kurd piştguh ve bavêje.

Bêguman xelkê kurdistanê karîne li gorî şiyana xwe çanda yekgirtina cemawerî vegeşînin.

Lewra birêvebirina cejna newrozê bi vî awayî nîşaneya geşeya di biyavê çandî û karê bi kom li Kurdistanê de ye.

Ew deskevta bê guman berhema tekoşîna dehan sale ya xebatkarên riya rizgariyê û şehîdên riya rizgariya Kurdistanê ye, ku xelkê Kurdistanê di wan salên dawiyê de karîne ku serbarê zexta hêzên ewlehiyê ên rejîm cêjna newroz cemawerî û bi kom bi rêve bibin.

Em hêvîdar in ku ew hereketa cemawerî ya xelkê bibe destpêk û pêngavek di warê baştir birêveçûna boneyên neteweyî li Kurdistana rojhelat.
N: Kanyaw