Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîva xelkê bajarê Sinê di derdora bajar de jiyana xwe derbaz dikin

18:24 - 12 Gulan 2019

Kurdistammedia: Nêzîkî %50 ji xelkê bajarê Sinê di derdora bajar de jiyana xwe derbazdikin, û heya niha rêjîma Îranê çi pêngavek bo çareserkirina vê pirsgirêka civakî hilnegirtiye.

Bajarê Sine wekî mezintirîn bajarê parêzgeha Kurdistanê, û zêdetirîn nifosa derdornişîniyê li Kurdistana Îran û gist Îranê de heye.

Tevî hejmara zêde ya derdornişîniyê, pirsgirêka nebûna hewcehiyên tendrustiyê di van deveran de ev qas zêde, lê, rêjîm jî ti hewlek bo çareserkirinanpirsgirêkên wiha nade.

Herwisa amara xesarên civakî di derdora bajaran de zêdetire û herwisa temenê kesên tûşbûy bi madeyên sirker di van deveran de jî daketiye.

Her li vê barê de, berpirsê Navenda Perwerdehiya devereke derdornişînî ya bajarê Sinê dibêje: Bi sedema nebûna xwendingehan, zêdey ji 2 hezar dersxwen li bajaroka Nayserê, neçarin bo berdewamkirina xwendina xwe rûl li bajarê Sinê bikin, û ev jî pirsgirêkeke din li pêşiya dersxwenan.

Her wisa amarên rêjîma Îranê bas ji vê yekê dikin ku, hejmara rûniştiyên bajaroka Nayîsera girêdaiy bajarê Sinê 75 hezar kesin û gorekî vê yekê, ev bajaroka, li bajarên wekî, Kamyaran, Bîcar û Dêwlanê mezintire, lê, rûniştiyên vê heya ji hewcehiyên destpêkî yên jiyanê jî bêparin.

Herwisa Kirmaşan ku bajareke mezine, û nifosa malbatên derdornişîn yên wî bajarî rojroj zêde dibe, û xelkê wî bajarî, li barê aborî piştguh hatiye xistin.

Rêjîma Îranê piştî 20 salan bidawîbûna şerê dinavbera Îraq-Îranê, heya niha jî nekariye şûnwarên xirab ên vî şerî yên li ser avadankirina Kirmaşan rake û bo Îro û paşeroja wî bajarî ti pilanek tinîne.

Ew pirsgirêke wisa kiriye ku, xelkê Kirmaşan şiyana derbazkirina jiyana xwe ji nav bajar de tunebin, û malên bo derdora bajar veguhazin.