Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niveya kangehan di Îranê dê çalak nînin

12:25 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Rewşa kar a kangehan di Îranê de bi awayekê ye ku di niveya wan kangehan de ti karek nehatiye kirin û di nîveya din de jî kar bi awayê çalak û nive çalak tê kirin.

Roja Pêncşemî 21ê Kanûna Paşîn, Serokê Saziya “Nizam Mihendisî a kangehên Îranê”, “Teqî Neb`î ” tevî baskirin ji rewşa kar a kangehan di Îranê de ragihand: “Ji 11 hezar derfetnameyên ku bo destbikarbûna karên kangehan hatine danê, tenê 5 hezar û 600 derfetnameyên çalak û nive çalak hene û niveya din, çalak nînin.

Wî berpirsê rejîma Îranê, li derheq sedema çalaknebûn an bi nive çalakbûna wan kangehan de daye zanîn ku: “hebûna rêgiriya beşa taybet û dezgehên xwecihî, kêmbûna pere û kevin bûna maşîn û alavên kar yên kangehan bûne sedema çalaknebûn an bi nîve çalakbûna wan kangehan”.

Kedkarên kangehan bi piranî nayêne bîmekirin û heqdesta wan zaf caran nadin û heqdesta wan nikare heta beşeke hewcehiyên serekî yên jiyana wan jî dabîn bike û hekî neçar nemînin ti kes amade nîne di kangehan de ku ewlehiya canî jî ti tinîn, kar bike.