Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîsek a bi tîpên bizmarî ya 3 hezar sal berî niha peyda bû

13:25 - 13 Nîsan 2021

Piştî lîkolînan li  devera “Kozeran” a parêzgeha Kirmaşanê, kevirek ku yê devrea “Aşûr” e peyda bû ku bi tîpên bizmarî li ser hatiye nivîsandin.

Roja Duşemî 12ê Nîsanê, li lêkolînên şûnvarnasiyê de li girê “Qebaq Tepe a Kozeran” a girêdayê bajarê Kirmşanê, kevireke nivîsandî yê serdemê şahê Aşûriyan, yê bi navê “Sarqon ê duyem” peyda bûye ku dide xuya, renge girê “Qebaq Tepe ya Kozeran”ê navendeke îdarî an binkeyek a devreya Aşûr be û bas ji bûyerên 6 emîn leşkerkêşiya “Sargonê duyem” dike ku, dema şahitiya wî nêzî 3 hezar sal berî niha bûye.

Li wê derheqê de, berpirsê Heyeta Şûnvarnasî yê Kirmaşanê, “Secad Elîbêygî” daye zanîn ku, ev nivîs a li ser kevir, bi şêwaza hunera kolandina keviran a Aşûr a nû hatiye kolandin ku, pêka wan nivîsan, piştî cihgîrbûn û bidestgirtina wî cihî, hatiye nivîsandin.

Navbirî daye xuyakirin ku, şûnvarên girêdayê bi dewreya Sasanî, Aşûr a nû û yên 4 hezar sal berî niha yên dewreya “Eşkanî” û “Slokiyan” jî hatine peydakirin.

Deverên Kurdistanê girîngtirîn şûnvarên dîrokî yên xelkê Kurd li xwe digre ku ji aliyê dagîrkeran ve têne dizîn û jinavbirîn ku, bikarin dîroka Kurdan çewt bikin û ji nav bibin.