Kurdistanmedia: Nivîsîngeha Kargêrî ya PDKÎ, bi armanca derbazkirina karûbarên piştevanîkirin li koçberên siyasî agehdariyek belav kir.
Deqa agehdariyê wiha ye:
Ji hemû ev endam û alîgirên PDKÎ ku, daxwaza piştevanîkirin bo vergirtina koçberên siyasî li dervey welat kirine, radigehînin ku:
Piştevanîkirin li endam yan alîgiran di çarcoveya şert û mercên ku hatine diyarîkirin yên taybet bi vê piroseyê li rêkefta 15.5.2019`an, ji aliyê Nivîsîngeha Kargêrî ya PDKÎ dibe.
Daxwazkar dibe deqa daxwaziyên xwe ji van riyan ve bişîne:
E-mail: [email protected]
Fax: 00442076929242
Di heyama hefteyê de rojên Sêşemî, dikarin li riya hejamra telefon yan Whatsup ê(9647507580761) digel aliyên pêwendîdar bi kêysa koçberan li Nivîsîngeha Kargêrî ya Hizbê pêwendî bigirin û pirsiyarên xwe pêşkêş bikin û zanyariyên hewce û rênwîniyên zêdetir verbigrin.
Spas
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Nivîsîngeha Kargêrî
1398`an.2.15
2019`an.5.5