Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivîsîngeha Kargêrî ya PDKÎ agehdariyek belav kir

16:25 - 13 Çirriya pêşîn 2020

Nivîsîngeha Kargêrî ya PDKÎ derheq belavbûna mijarek ji zimanê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Mistefa Hîcrî” ve, agehdariyek belav kir.

Deqa agehdariyê wiha ye:

Di hin “peyc û kanalan” yên torên civakî de, derheq hevpeyvîna heyetan li ser pirsa hevgirtina refên Partiya Demokrat, mijarek ji zimanê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ ve hatiye belavkirin.

Tevî bawirî bi hevgirtinê û hewceehî bi wî karê girîng û herwisa hewldan bo wê mebestê, em radigehînin ku ya hatiye belavkirinê gotinên Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ nînin û di ti cihekî de ew gotin nehatine kirin û renge xwest û daxwaza wan kesan be ku ew gotin belav kirine.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Nivîsîngeha Kargêrî

22ê Rezber a 1399an a rojî

13ê Çirriya Pêşîn a 2020an