Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nizîkî 120 hizar kes li Urmiyê bêkar in

18:33 - 28 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmeda: nirxa bêkariyê li parêzgehên Kurdistana Îranê ber bi zêdebûne we dice û rayedarên rejîma Îranê jî di vê derheqê de xemsar û bê helwist in.

nûçegehaniya Îsnayê ji zimanê rêveberê giştî yê Teawin û Kar û Rifaha civakî we da zanîn ku, zêdetir ji 117 hizar kes li Urmiyê bêkar in.

li sala 2011 an we nirxa bêkariyê di nava bajarên parêzgeha Urmiyê, anku Bokan zêdetirîn pile û Şino jî si asta herî kêm a bêkaran de ye.

Her pêka amarên belav bûyî, parêzgeha Sinê, di nawa parêzgehên Îranê li ware bêkariyê de, li asta sêhem de ye û nirxa bêkariyê di wê parêzgehê de 28 ji sedê ye.

Bajarê Ciwanro yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê di werzê Bihar û Havîna îsal de, nirxa wê ya bêkariyê qasî 46.9% bûye û di nava 397 bajarên îranê de, di rêzbenda pileya dûhem a bikariyê de ye.

Nirxa bêkariyê li bajarên Merîvanê, 30.6%, Serpêla Zehaw 30.4%, Pawe 30.2%, û li 6 heyvên destpêkî a sala 1392 an a rojî de, li rêza 20 bajarên yekem a îranê di asta bêkariyê de ne.