Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçeya guherîna girtiyên Îranî digel Amerîka û Birîtaniyayê hate redkirin

11:30 - 3 Gulan 2021

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Ned Price” roja Yekşemî 12`ê Banemerê got: “Raporên ku ragihandinên ser bi Komara Îranê derheq guherîna girtiyên di navbera Îran û Amerîkayê de belav kirine, rast nînin.”

Wezareta Birîtaniya jî, rêkkevtina ku bo azadkirina Nazenîn Zaxirî, girtiya du regeze ya di girtîgeha Îranê de, li hember 400 milyard Pundê, red kir.

Ragihandinên ser bi rejîma Îranê îdia kiribûn ku, Amerîka amade ye tevî 7 milyard Dolar, çar Îraniyên ku di dorlêdana tehrîman de çalak bûn digel çar girtiyên Amerîkayî biguherin.”