Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûgihanekî Kurd bi mere û dest çalên rêya Dizeya Urmiyê tişî dike

11:43 - 2 Hezîran 2020

Pêka kurte vîdiyoyekê ku di nav torên civakî de hatiye belavkirin,  nûgihanekî Kurd ê xelkê bajarokê Dizê ya ser bi Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiyê, bi mere û axê çalên rêya di navbera Dize û Gîsiyanê de tijî dike.

Eve jî di halekê de ye ku ew rêya di navbera Dizê û Gîsiyanê de heyameke ku hemû bûye çal û kendalkol û berpirsên pêwendîdar yên rejîmê jî ti hewlekî nadin bo çêkirina wê rêyê û xelkê medenî û ciwanên wê deverê neçar in ku bi dest û emrazên xwe wan rêyan çê bikin.

Ev kurte vêdiyoya ku ji wî nûgihanê Kurd di nav torên civakî de hatiye belevkirin, xemsariya berpirsên rejîmê li derheq pirsgirêkên xelkê nîşan dide.

Ew rêya ku ew nûgihanê Kurd çêdike, tenê rêya Dizê û Gisiyanê ji xwe ve nagre, belkî rêya cighên geştyarî yên wekî  “Dalanper, Sûlava Soledokel û Bozê Sîna” jî, ji xwe ve digre.

Berpirsên rejîmê ti carî pirsgirêkên xelkê nabînin û tenê di fikra dizî û gendeliyê de ne.