
Çendîn meh in ku rêya “Sine-Merîwanê ji aliyê îdareya “Rê” ya bajarê Sinê bi armanca nûjenkirinê hatiye kolandin û hatûçûya giştî ya xelkê bi dijwariyan têne kirin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”ê, welatiyan ragihandine ku ew rêya bi sedema vê yekê ku bi tenê yek aliyê wê bona hatûçûyê vekiriye, bi taybet li dema êwaran de, trafîkeke zêde heye û metirsiya qezayên trafîkê zêdetir dibe.
Herwisa biryar hatibûdan ku nûjenkirina wê rêyê di heyamê 2 heta 3 mehan de bi dawî bibe lê, heta niha her wekî xwe maye û pirsgirêka hatûçûyê çareser nebûye.