
Endam û alîgirên Hîzba Demokrat û xelkê welatparêze Kurdistanê, di gel xwîn û riha şehîdên Kurdistanê peymana domderiya rêka xebatê, nu kirin.
Endamên wefadar û xebatkare Hizba Demokrat, bi hilkevta 10 ê xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê, bi kar û çalakiyên xwe yadê şehîdan bilind nirxandin, û bi çuna ser Gora Şehîdan peymana domderiya wê rêbazê dane riha şehîdan.
Her di wê derheqê de Endam û alîgirên fîdakare Hizbê li Niyera Şehîdperwer û serbilind, serdana Mezarê Şehîdên Kurdistanê, şehîdan Hesen û Necme Minberî kirin.
Xortên Niyera hertim serbilind, bi hildana Ala pîroze Kurdistanê û Arma Hizba demokrat, û danana dengê Sirûda Netewî ya ey reqîb, şehîdên kurdistanê bibîr anîn.
Herwisa Xortên egîd û Demokrat li Bajarê Pîranşehrê jî yadê 10 ê Xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê, bilind nirxandin û bi serdana mezarê Şehîdan soz û peyman di gel rih û xwîna Şehîdên Kurd û Kurdistanê nukirin.
Xortên Demokrat li Pîranşehrê bona nukirina peymanê di gel riha Şehîdan û domandina rêbaza wan nemiran, Serdana Gora Şehîd Mihemed Boreke kirin û bi dadana Ala pîroze Kurdistanê li ser Kêla wî nemirî, peyman di gel xwîna şehîdan nû kirin.