
Bi nav nûnerê meclîsa rejîmê, dewleta Rûhanî wekî dewletekî bikîrnehatî û ji yasayê direve bi nav kir û ragihand ku rewşa jiyana xelkê nayê berçavgirtin.
Roja Çarşemî 9ê Kanûna Pêşîn, bi nav nûnerê meclisa rejîmê, “Ehmed Nadirî” li berteka gotina “Hesen Rûhanî” ku gotibû: “Layiheyên dewletê li oda arşîvê de ne û meclis sonamiya bernameyan bi rê xistiye” tevî bi navkirina kabîneya “Hesen Rûhanî”, bi “bikîrnehatî û ji yasa revînê”, rû bi Serkomarê rejîma Îranê got: “Birêz Serkomar! Ya baş ew bû ku pêştir ji perdepoşkirina bikêrnahatîbûna dewletê û xistina pirsgirêkên xelkê li stuyê meclisa şêwraya Îslamî, dibe revîna dewletê ji yasayan bi dawî bînî”.
Wî bi nav nûnerê meclîsa rejîmê ragihand: “Serkomar dibe li hizra rewşa jiyana xelkê be û dev ji siyasetkariyan berde”.
Heyamekî zêde ye ku berpirsên rejîma Îranê hevdu tawanbar dikin ku sedema wan pirsgirêkan in, bi nav nûnerên meclisa rejîma Îranê, Rûhanî û kabîneya wî bi tawanbarê serekî yê wan pirsgirêkan dizanin û herwisa Rûhanî û Kabîneya wî çendîn caran li dijî bi nav nûnerên meclisê û herwisa meclîsa rejîmê helwîst girtine.
Tevî wan fîlm û şanoyên ku wan berpirsên rejîmê heta niha bona xeletandina xelkê lîstine, bo wê yekê ye ku bingeh û binyata afirandina wan pirsgirêkan, kirîzan û sonamiyên rojreşiya xelkê Îranê ku “Elî Xamineyî” ye perdepoş bikin.