Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ beşdarî li kongireya Hizba Sosyalîst a Fransayê de kir

16:40 - 10 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li ser vexwendina fermî ya Hizba Sosyalîst a Firansayê, li 77’mîn kongireya vê hizbê de beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, li ser vexwendina fermî ya Hizba Sosyalîst a Firansayê ji PDKÎ, Dr. Omîd Saidî bi nûneratî ji buroya Têkiliyên Navnetewî ya Hizba Demokrat, li 77’mîn kongireya Partiya Sosyalîst a Firansayê deku di rojên 5-7 ên Hezîrana 2015’an li bajarê “Puwatiye” de birêve çû, beşdarî kir.

Li beşek ji bernameya karê Kongireyê de, pirsên siyasî û civakî ên Firansa û herweha siyasetên Hizba Sosyalîst li pêşxistina bernameyên wê de kete ber bas û nirxandinan.

Beşek din ji karê kongireyê, jib o nirxandina pirsên navnetewî û rola Firansayê li van biyavan de, weke Rojhilata Navîn û bi taybetî cinayetên Daiş li Sûriye, Îraq, Kurdistan û mijarên têkildarî van, hatibû terxan kirin.

Li gor vê raporê, beşa sereke ya mijarên kongireyê bi program û siyasetên wê û herweha hilbijartina nawendên rêberiya vê hizbê hatibû terxan kirin û li vê beşê de “Jan Kirîstov Kambadlîs” bo carekî din weke sekreterê giştî yê Hizba Sosyalîst a Firansayê hat hilbijartin.

Li 77mîn kongireya Partiya Sosyalîst a Firansayê de ji bilî endamên rêberiyê, birêveberên dewletî û nûnerên Federasiyonên Hizba Sosyalîst li seranserê Firansayê, û hejmarek berbiçav ji şandeyên nûneratiya partiyan û rêxistinên biyanî li seranserê cîhanê de beşdarî kirin.

Dr. Omîd Saidî, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî ku beşdarê kongireyê bû, li rex bernameyên kongireyê de tevî hejmarek ji nûnerên rêxistinên biyanî û kesatiyên beşdar li kongireyê de civiya û li ser pirsên deverî û bi taybet rewşa Îran û Kurdistana Îranê bîr û ra guhertin.

Rapora han bas ji vê dike ku ji bilî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, hejmarek din ji partiyên Kurdî jî bi şandina nûneran li vê kongiryê de beşdarî kirin.