Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di kombûna Sosyal Demokrat a Bolxaristanê de beşdarî kir

12:56 - 3 Şibat 2020

Roja Şemî, 12`ê Rêbendanê, di bajarê “Sofiya” a paytexta Bolxaristanê de, kombûnek ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat a wî welatî ve birêve çû.

Armanca wê kombûnê, avakirina bereyeke yekgirtî li jêr navê “Berbipêşveçûn bo guhorîna desthilatê” bo helbijartinên wî welatî bû.

Partiyên avaker ên wê yekîtiyê, ji partiyên “Sosyal Demokrat a Bolxaristan, hevpeymaniya Bolxaristan, Partiya Volt Ewropa, Partiya Kewzaplofidîyif û Partiya Asayîş a Bolxaristan”ê pêk hatine.

Nûnerê PDKÎ, “Hişmet Husênî”, ji aliyê Partiya Sosyalîst a Bolxaristanê ve avakerê bingehîn yê wê kombûnê hatibû gazîkirin.

Partiyên beşdar û nûnerê PDKÎ, ghehîştine wê encamê ku, ew 5 Partî, wekî hevpeyman di hilbijartinên parlemana Bolxaristanê de beşdariyê bikin.

Di dawiyê de, nûnerî PDKÎ, gotarek li ser PDKÎ ku bi zimanê Bolxarî hatibû wergêrandin, bi Sekretêr û nûnerên Partiyên wê hevpeymaniyê re pêşkêşkir.

Di dawiya kombûnê de, daxwaz ji nûnerê PDKÎ hate kirin ku li ser peywendiyên wan berdewam bin.