Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di merasima xelatkirina lobiyên herî baş de beşdarî kir

13:19 - 13 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Nûnerên PDKÎ di YE de, di merasima xelatkirina lobiyên herî baş de beşdarî kir.

Roja Çarşemiyê, 21`ê Sermawezê di çarçoveya çalakiyên beşa Pêwendiyên Derve ên PDKÎ, Hisam Destpîş nûnerê PDKÎ di YE de, di merasima xelatkirina lobiyên baş ku ji aliyê komîsyona civakî û aborî ya YE ku di navenda vê komîsyonê de bi rê ve çû, beşdarî kir.

YE her sal, wan kes û girûp û rêkxirawan xelat dike, ku hewl dane da ku bandorê danên li ser guherîna pirsên kulturî, civakî, û siyasî.

Ew xelatane bona rêzgirtin ji piroje, afirandin û wan kempeynan hatiye danîn, ku ji aliyê wan hevwelatiyan ve tê organîzekirin, da ku guherînekê pêk bînin. Bo vê armancê îsal jî komeke tak û girûpan hatin xelatkirin.

Ew merasim bi beşdariya nûnerên YE û 21 kandîdan bi dana xelatan bi rê ve çû. Çalakiyên Pêwendiyên Derve ên hizbê hewlek e bo qahîmkirina pêwendiyên PDKÎ digel YE.