Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di parlemana Almanê de hevdîtinek pêk anî

18:33 - 16 Şibat 2020

Nûnerê PDKÎ di Parlemana welatê Almanê de, digel endamê Firaksiyona Partiya “Çep” a Alman, hevdîtinek pêk anî.

Roja Pêncşemî, 24`ê Rêbendanê, “Mistefa Qazîzade”, nûnerê PDKÎ di welatê Almanê de, hevdîtinek digel endamê Firaksiyona Partiya Çep a Parlemana Almanê, “Dîtmar Barç” (Dietmar Gerhard Bartsch) ku serokê wê Partiyê bi navê “Dê Lînkê” (Die Linke) e hevdîtinek pêk anî.

Di wê civînê de, nûnerê PDKÎ, tevî baskirin li ser siyasetên PDKÎ, armancên PDKÎ, li derheqê pirsa Kurd di Rojhilatê Kurdistan û paşeroja Îran û pirsa Fedralîzmê rohin kir.

“Qazîzade”, hewlên PDKÎ di çarçoveya Kongereya Netewan bo Îraneke Fedral û çendîn hevpeymaniyên din, xistine berbas.

Navbirî bas ji hevkariya navxweyî, digel Partiyên Kurdistanê, di çarçoveya bereyeke Kurdistanî de kir.

Nûnerê PDKÎ, li ser rola wêrankariya rejîma Îranê di Rojhilata Nanîn de axivî û kiryar û reftarên sîxurên rejîma Îranê li welatê Almanê û welatên din yên Rojava de, wekî tehlîkeyekî mezin li ser aştî û demokrasiyê da nasandin.

“Qazîzade”, di parek ji gotinên xwe de, îşare bi rewşa niha ya Mafê Mirov, di Rojhilatê Kurdistanê de kir.

Herwisa li ser wê mijarê, rewşa aloz a welatê Îranê û binpêkirina bê sînor a mafê mirov, di dema serkuta hovane yên wê dawiyê û serkutên zêdetir a gelê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve, hate berbas û gotûbêjkirin.

Herwisa, “Qazîzade”, îşare bi xwehilkitana rejîma Îslamî ya Îranê kir, ku di wê dawiyê de, hewlê dide bi rêya hilbijartinên rojên bê de, rewaya xwe nîşan bide û helwîsta PDKÎ ku baykotkirina hilbijartinê anî ber bas.