Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ digel Hizba Mesîhiyên Demokrat û Fileman (CD&V) li Biljîkê civiya

18:32 - 26 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia : Roja Înê 25`ê Kanûna Paşîn a 2019`an di çarçoveya çalakiya beşa Pêwendiyên Derve a PDKÎ, Hisam Destpîş nûnerê PDKÎ li YE û Biljîkê digel "Peter Gijsels" sekreterê peywendiyên navneteweyî a Hizba Mesîhiyê Demokrat û Fileman (CD&V) li Biljîkê li binkeya serekî ya vê hizbê li bajarê Birokselê kom bû.

Bi armanca avakirina peywendiyên dualî û agehdarkirina Hizba Mesîhiyên Demokrat û Fileman (CD&V) li Biljîkê li ser rewşa giştî ya neteweya Kurd di Îranê de, binpêkariyên mafê mirovan û serkuta sîstematîk  a gelê Kurd û herweha nasandina Hizba Demokrat û armancên wê, û bi taybetî doza rewa ya Kurd li Rojhilata Kurdistanê bi vê hizba bibandor a Biljîkî, Hisam Destpîş nûnerê Hizba Demokrat li YE û Biljîkê, digel "Peter Gijsels" sekreterê peywendiyên navneteweyî a vê hizbê civiya.

Di vê hevdîtinê de, nûnerê Hizba Demokratli Biljîkê û Yekîtiya Ewropayê, bi hûrî li ser armancên diyarîkirî ên vê hevdîtinê qise kir. Herweha raporeke taybetî li ser binpêkirina mafê mirovan li Rojhilata Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve pêşkêşî rêzdar "Peter Gijsels" kir, û herweha komeke belgeyên taybet bi pirsa Kurd li Rojhilata Kurdistanê û herweha nasandina armanc û pirensîpên xebata PDKÎ radestî navbirî kir.

Birêz "Peter Gijsels" sekreterê pêywendiyên navneteweyî ên Hizba Mesîhiyên Demokrat û Fileman (CD&V) tevî eyankirina kêfxweşiya xwe ji serdana nûnerê Hizba Demokrat  li navenda serekî ya vê hizbê, pêdagirî li ser pêwendiyên dualî kir.

 Herwisa tevî pêdagiriya li ser xebata rewa ya gelê Kurd li Rojhilat û hemû beşên Kurdistanê, qewl da ku ji riya kanalên pêwendîdar ên vê hizbê ve, qise û raporên şanda hizbê bigehîne ciyê xwe.

Hêjayî basê ye ku Hizba Mesîhiyên Demokrat û Fileman (CD&V) ku parteke bibandor ya Holendîziman e li Biljîka federal e, xwediyê 18 kursiyan e, ji koma 87 parlemanên federal ên Biljîkê. Di hilbijartinên şarewaniyê ên Biljîkê di sala 2018`an de, li navçeya "Vilandirn" a Biljîkê ku Holendîziman in, dengeke berçav bi dest xist.