Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ digel senator “Marco Antonio Rubio” civiya

11:52 - 4 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ di Amerîkayê de digel “Marco Antonio Rubio” civiya.

Roja Duşemiyê 9`ê Rezberê Areş Salih nûnerê PDKÎ di Amerîkayê de, serdana ofîsa “Marco Antonio Rubio” kir, û derheq pirsa Kurd û bandora Amerîkayê axivîn.

Areş Salih di vê hevdîtinê de, tevî îşarekirina bi mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat ji aliyê Spaha Pasdaran ve, bas ji vê kir ku rejîma Îranê mijûl e vê peyamê dide xelkê Rojhilata Navîn ku Amerîka piştevaniya hêzên demokratîk nake, û ew yek jî di rastî de peyamek nîne, ku Amerîka bixwaze xelkê Îranê û herêmê bibihîzin, li ber vê ku ew peyam xelkê ji Amerîkayê bêhvî dike, û di encamê de deshilata rejîma Îranê di navçeyê de zêdetir dibe.

Navbirî herwisa bas ji gireva sertaserî ya xelkê kurdistanê jî kir û bi senator “Marco Antonio Rubio” ragehand ku ew girev vê rastiyê nîşan dide, ku gelê Kurd di Kurdistana Îranê de digel hizbên xwe ne, û pêgeha civakî ya hizbên Kurd roj bi rojê rû li zêdebûnê ye.

Areşa Salih herwisa îşare bi dîroka 73 salan xebata PDKÎ kir ku serbarê hemû teror û zextên li ser wê, lê PDKÎ li ser piyan maye û pêgeha xwe ji dest nedaye.

Wî her wisa got: Lewra bo me rewa ye ku em bêjin wekî Hizbên Rojhilat, em nûnertiya xwestekên serekî ên gelê Kurd li Îranê dikin, ne nûnertiya tu aliyekî din.

Nûnerê PDKÎ daxwaz ji “Marco Antonio Rubio” kir, ku piştgiriya xelkê Îranê bikin, û bi wan ragehînin ku pişta wan digrin, û dengê nerazîbûna wan dibihîzin, û got: Gelê Kurd daxwaza wê ew e ku hûn nabe li hemberî bidarvekirina xortên xwe de bêdeng bin, û hewce ye ku êrîşa li dijî Hizba Demokrat di Senayê de mehkûm bikin. Hêjayî basê ye ku “Marco Antonio Rubio” ji berbijêrên posta serkomariya Amerîkayê bûye, û niha jî piştî mirina “John Sidney McCain” yek ji girîngtirîn senatorên Amerîkayê di biyavê pêwendiyên derve ên vî welatî tê hesibandin.