Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li welatê Amerîkayê civînek pêk anî

17:48 - 9 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li welatê Amerîkayê, digel endamê kongireyê “Greg Santon” civiya.

Areş Salih nûnerê PDKÎ, li welatê Amerîkayê, serdana ofîsa endamê kongreyê “Gerig Santoni” kir, û di vê civînê de  nûnerê PDKÎ, tevî axavtina derheq rewşa mafê mirov di Îran û Kurdistanê, bas ji girîngbûna stratîjiya Kurd û neteweyên blindest yên Îranê bo siyasetên Amerîkayê yên derheq Îranê kir.

Herwisa xebata  PDKÎ li dijî saziya terorîstî a Spaha Pasdaran, beşeke din a axavtinên nûnerê PDKÎ bû di vê civînê de.

Areş Salih, îşare bi rabûna lehiyê  kir ku di deverên coda yên Îranê de rûdaye û got, rabûna lehiyê û awayên rûbirûbûna rejîmê Îslamî a Îranê, nîşaneya du mijaran e, yekem eve ku komara Îslamî a Îranê, di hemû aliyan de, rastî kirîzên micid hatiye, û gellek ji eva ku nîşan dide lawaztire, duyem mijar eve ku, bi tu away baweriya xelkê bi rejîma Îranê  nemaye, her ev yek jî wisa kiriye ku, xelk bo alîkarî dana xelkê zirar berketî, bixwse dest bikar bûne.

Herçend ku rejîma komara Îslamî a Îranê  di kiryarên terorîstî û têkderane li dever û Ewropayê de berdewame, lê, ev kiryarane tenê di asta bandeke mezin de nîşan dide û di rastiyê de ev rejîma bi van pêkhat û dezgehane ji vê zêdetir nine.

Nûnerê PDKÎ di berdewamiya  axavtina xwe de,  got hekî welatê Amerîkayê, derheq neteweyên Îran û mijarên Kurd de xwendineke dirust hebe, û zêdetir digel rastiyên nav civakên van neteweyan de aşna be, û wê bandoreke baş li ser siyasetên  derheq Îranê de hebe.

Areş Salih got: Bi baweriya me pontansiyla neteweyan bo bilindragirtina asta givaşan  li dijî Îran û herwisa pêkanîna Demokratsiyeke aştîxwazane ji aliyê Amerîkayê , bi başî nas nekiriye.

Nûnerê PDKÎ bi îşarekirina bi rola girîng a kongireya Amerîkayê di bilindkirina dengê xelkê bindest yê Îranê de got: Em gelê Kurd di Kurdistana Îranê de, daxwaz dikin hûn derheq xwast û nerazîbûnên me bibin alîkar.

Di dawiyê de, Areş Salih îşare bi xebata Rasanê kir û got: Ku em wekî PDKÎ 40 sale lidijî saziya terorîstî a Spaha Pasdaran a rejîma Îranê şer dikin.