Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ digel “Petra Bayar” endama parlemana “Partiya Sosyal Demokrat a welatê “Utrish”ê û heriwsa endama Komisyona Mafê Mirov a wê parlemanê civiya.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî rêkefta 30`ê Kanûna Paşîn a 2019`an, Erselan Cewdetiyan nûnerê PDKÎ yê li “Utrishe”, serdana parlemana wî welatî kir û digel “Petra Bayar” endama parlemana “Partiya Sosyal Demokrat” a “Utrishe” û herwisa endama Komsyona Mafê Mirov a wê parlemanê civîn pêk anî.
Her di vê civînê de, nûnerê hizbê derheq rewşa Îran bi giştî û bitaybet Kurdistan û herwisa çend mijarên girîng û rewşa siyasî ya Kurdistan û givaşên bê sînor yên rejîmê yên li dijî xelk û çalakvanên siyasî û medenî û êrîşa bo ser binke û baregehên partiyên siyasî yên Kurd yên li Herêma Kurdistan û Partiya Demokrat axavt.
Piştre Cewdetiyan derheq rewşa xirab a sedha girtiyên siyasî yên Kurd yên ku di girtîgehên rejîmê de di bin azar û îşkenceyê de ne, û herwisa rêzbendek ji navê hemû girtiyên siyasî û çalakvanên medenî yên Kurd, ku ji aliyê PDKÎ ve hatiye amadekirin radestî “Bayar” kir.
Nûnerê hizbê daxwaz ji “Petra Bayar” kir, da ku girîngiyeke zêde bidin bi rewşa Kurdistana Rojhilat, û bi taybet pirsa mafê mirov ku mijara serekî ya kar û têkoşîna navbirî ye.