Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ û Partiya Sosyal Demokrat li welatê Soêd ê hevdîtin kirin

17:26 - 5 Adar 2020

Roja Çwarşemî, 14`ê Reşemê, Nûnerê Peywendiyên Nawnetewî yê PDKÎ li welatê Soêdê, “Hemîd Teymûrî” digel endamê yêka Kargêrî yê PDKÎ li derveyî welat, “Enver Kakayî”, li welatê Soêdê de digel Nawenda Partiya Sosyal Demokrat a wî welatî, kombûnek pêk anîn.

Di wê hevdîtinê de, digel “ A. Oyêstberî” û “Kadîr Kasirga” li ser rewşa Kurdistan û Îranê, gotûbêj kirin.

Di wê civînê de, pirsa vîrûsa Korona û tûşbûna xelkekî zaf li Îran û bi taybet Kurdistanê bi wê vîrûsê, hate baskirin.

Karbidetên Îranê di wê rewşê de, xwe wekî zulimdîtî nîşan didin û ew keyfxweşin ku, vîrûsa Koronayê ti kes di şeqaman de nehiştiye, bi awayekî ku xelkê êdî dîktaror ji bîr kiribin.

Tevî evê ku rejîm nexweşan dihinêre bo nexweşxaneyan Kurdistanê  , Spaha Pasdaran a terorîst di her cihekî de bixwaze, wan nexweşan bikar tîne ku ew jî, bûye arîşeyeke mezin.

Ji aliyke din ve, her çi alîkarî bo xesarberketî yên erdheja Bajarê Xoy, Selmas û gundên dewrûber hatibû komkirin,  rejîmê diziye, wekî mînak: Xêvet û emrazên wan rêkirne li Tirkiyê de firotine.

Kurdistan bi giştî, di rewşeke pir dijwar deye, ji karûkasibî yêve bigre heya xwendingeh û zanîngehan û bêpenahiya xelkê, rejîma Îranê ji ava şêlû masiyan digire.

Tevî wane jî, Sêdare, kuştin û destbiserkirin di Kurdistanê de , berdewame.