Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ`ê Serdana Parlamentoya Otrîşê kir

21:16 - 11 Hezîran 2015

Kurdistan Media: Hîwa Behramî nûnerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ligel berdevkê navnetewî yê Firakîsyona Hizba Sosyalîsta Demokrata Otrîşê hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora malpera KurdistanMedia, roja çarşemiyê 10`ê Hezîrana 2015`an, Hîwa Behramî ligel “Krîstîna Motûnîn”bedevkê Navnetewî ê Feraksyona Partiya Sosyalîsta Demokrata Otrîşê di Parlementoya wî welatî de hevdîtin kir.

Di vê hevdîtinê de, nûnerê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê tevî îşare kirin bi rewşa niha ya Kurdistan Îranê, amaje bi kirîza deverê û rola xirab a rejîma Îranê kir û got: Rejîma Îranê yek ji sedemên sereke ên afirandina arîşe û pirsgirêkan di herêma Rojhilata Navîn de tê hejmartin.

Hîwa Behramî di pêwendiyên di gel siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê li Kurdistana Îranê, tevî îşare bi serhildana Meha borî ya bajarê Mehabadê, amadebûna xelkê ji bo dijayetî ya rejîm li asteke bilinde dazanîn û ewa jî bi du sebebên destpêkê dazanîn ku aliyekî givaş û zilm û zora rejîma Îranê di Kurdistanê û ji aliyekî din rewşa parçên din ên Kurdistanê û bi gişt rewşa Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

Her di vê derheqê de, nûnerê Hizbê got: Hizba Demokrata Kurdistana Îranê ji bo piştevanî li xelkê Kurdistanê û piştevanîkirin li xelkê li hember êrîşên hêzên çekdarên rejîma Îranê, binçavkirin û eşkecekirina nerazîbûna, hizora hêzan li navxwe welat depêwîst dizane.

Di dawiya vê hevdîtinê de çend mijarên din jî bo mînak; pirsa danustandinên navbera rojava û rejîma Îranê û rewşa mafê mirov li Îranê û Kurdistanê bas li ser hat kirin.