Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê perlemana Kanadayê daxwaz kiriye ku çavpûşî li cinayetên rejîma Îranê kirin

16:37 - 26 Çirriya paşîn 2020

“Elî Ehsasî” yek ji nûnerê perlemana “Kanadayê” tevî wê hindê ku cinayetên rejîmê li warê mafê mirov şermezar kiriye, daxwaz jî li civatgeha navnetewî kir ku li hember wan cinayetên Îranê bêdeng nebin û Îranê naçar bikin ku bersivder be.

Roja Çarşemî, ew nûnerê parlemana Kanadayê di axavtinên xwe de li derheq tepeserkirina dirindane ya meha Xezelwera 1398an gotiye: “Karbidestên rejîmê xelk bi awayekî tund tepeser kirin û zêdetir li 300 kesên bêtawan kuştin û sedan kes binçav kirin.

Herwisa navbirî basa êrîşên mûşekî yên Spaha Pasdaran a terorîst kir ku balafira Ukraynê kirine armanc û hemû rêwîngên wê canê xwe ji dest dan.