Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Pêwendiyên Derve yê PDKÎ li konferansa UNPO ê de beşdar bû

18:00 - 6 Hezîran 2021

Roja Pêncşemî 3ê Hezîranê, Rêkxirava Gelên Bê Nûner “UNPO” bi armanca gengeşe li ser pinpêkirina mafên mirov û pirsa mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe, Konferansek bo endamên xwe yên Rojhilata Navîn û Afrîqayê lidar xist.

Ew konferansa bi beşdariya Nûnerê Pêwendiyên Derve yê PDKÎ û nûnerê PDKÎ li “UNPO”ê de, Dr. “Elî Ebdulîzade” bi rê ve çû.

konferans bi axaftina Sekirtêrê Rêkxirav Gelên Bê Nûner, “Ralph Bunche” dest bi karê xwe kir.

Li beşa serekiya konferansê de, nûnerên beşdar li rêkxiravên cuda ên welatên Rojhilata Navîn û Afrîqayê, derfet hebûn ku bas û gotinên xwe li ser rewşa siyasî, mafê mirov û pirsên din ên girêdayê bi deverên xwe bikin.

Li beşeke wê konferansê de, Nûnerê Pêwendiyên Derve yê PDKÎ, Dr. “Elî Ebdulîzade” di gotinên xwe de îşare bi vê yekê kir ku Komara Îslamiya Îranê, xwe bi nûnerê Xwedê li ser erdê dizane lewma, li navxwe û derveyî welat de xwe bi servetir dizane.

Dr. “Ebdulîzade” li doma gotinên xwe de rohn kir ku ew şêwaze hizrîn a Komara Îslamiya Îranê li siyaseta derve de û di reftar û zulimkariyên ku li derheq netewa Kurd de dike, bi rohnî xwe nîşan dide.

Nûnerê PDKÎ li beşeke din a gotinên xwe de îşare kir ku siyasetên çewt ên Komara Îslamiya Îranê bûne sedema binpêkirina zêdetir a mafê mirov, zulim û dagîrkarî, berfirehtirbûna hejarî, pirsgirêkên din ên civakî û gendeliya navxweyê Îranê. Hevdem li derveyî Îranê de li Rojhilata Navin û bi giştî li deverê jî bûye sedema nearamî û alozî û berfirehtirbûna terorîzmê.

Navbirî li dawiya gotinên xwe de îşare kir ku ceribandina zêdetir ji 4 dehikan a xebat li dijî Komara Îslamiya Îranê vê yekê bo me derdixe ku, maf û azadî li çarçoveya sîstema desthiltdariya Komara Îslamiya Îrandê de nehatine cîbicîkirin; lewma hewceye ku hêzên Demokrat û pêşkevtinxwaz bona damezrandina sîstemeke demokratîk a federal li Îranê de şiyana xwe li ser hev kom bikin û di wê yekê de mafên netewî yên gelê Kurd û gelên din têne dabinkirin.