Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê rejîma Îranê li welatê Misrê hat bang kirin

16:03 - 16 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Wezareta karubarê derve yê Misrê, berpirsê deftera parastina berjewendiyên rejîma Îranê di vî welatî de, seba hevdîtin tevî Îxwanulmuslimîn, gazî kirin.

Li gor rapora Alarabiya û piştgirêdan bi nûçegihaniya “youm7”, wezareta karubarê derve yê welatê Misrê, “Mucteba Emanî” berpirsê mekteba parastina berjewendiyên rejîma Îranê li Misrê bang kirin.

Berdevokê wezareta karubarê derve yê Misrê sedema gazî kirina nûnerê rejîma Îranê bo serdan û hevdîtin ligel endamên girupa Îxwanulmuslimîn ragihandiye û narizayetiya xwe ji vê hereketa nûnerê rejîma Îranê derbirî ye.

8 meh berî niha, paş xwenîşandana çend rojî da, Mihemed Mursî serkomarê Misrê û ji rêberiya girupa Îxwanulmuslimîn ji aliyê Arteşa wî welatî ve li ser kar vêde birin û paş bi destelat gehiştîna dewleta demekî, Îxwanulmuslimîn ji aliyê dewleta demekî ve bi girupa “Terorîstî” hat naskirin û çalakî qedexe kirin.

Rejîma Îranê berdewam ji aliyê welatên Rojhelata Navîn ve bi maytêkirina ji karubarên hundirî welatên deverê û bi xasmanî welatî cîran hatiye sûçdar kirin û heyamek berî niha jî dewleta Behrênê rejîma Îranê bi piştîwanî kirin li Şî’ên wî welatî, sûçdar kiribû.