Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Xamineyî: Hewceye ku xwendekar alîkarê rêberê rejîmê bin

12:13 - 7 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê xamineyî di bajarê Urmiyê de gotiye ku, erkê çareseriya zanistî ya pirsgirêkên welat, stuyê xwedekarane.

Roja 15`ê Sermawezê, Mehdî Qureyşî nûnerê xamineyî di bajarê Urmiyê de, di nivêja roja Înê de gotiye ku, xwendekar dibe pirsgirêkên welat bi awayê zanistî çareser bikin û ew kesên ku zanist û hêza birêvebirinê hene di hilbijartina meclisa rejîmê de, xwe berbijêr bikin. Ber hindê ku hinek kes yên serkar di rastî de kêrhatî nînin.

Di demekê de ku gelek giwaş li ser xwendikarê Îranê heye û berdewam di bin zêrewaniya hêzên rejîmê dene, daxwazekî wiha bêşermanê ji xwendikaran ji aliyê nûnerê Xamineyî ve, nîşan û berjenga wê yekêye ku rewşa rejîmê gelek tevlîheve û cehdê dikin ku belkî sefên maşkanêya hilbijartinê dirêj bikin û hinek piropagendê pêwe bikin.

kesek ku xwe kandîdê meclisa rejîmê bike, dide xuya ku piştgîriya rejîmê dike bo tepeseriya xelkê û dijî xelkê yê.