
Kurdistanmedia: Nûnerekî meclisa rejîma Îslamî a Îranê, bas ji vê kiriye ku, navendên desthilatdar yên rejîmê, bixwe aboriya Îranê wiha lê kirine.
Li gora raporên belavbûyî, “Cehanbexş Muhibînya” bi nav nûnerê bajarên weke “Miyandoav”, “Sayîn Qela” û “Tikab”ê di civîneke fermî ya meclisa rejîma Îslamî a Îranê de, bas ji vê kiriye ku navendên desthilatdar yên rejîmê bixwe, aboriya welat wisa lê kirine.
Vî nûnerê meclisa rejîmê bi bê vê ku navê saziya Spaha terorîstî a Pasdaran yan navendên din yên girêdayî rejîmê bîne, ji nûnerên meclisa rejîmê daxwaz kir ku, “Ji xevê rabin” û bi cihê “lîstina di meclisê de”, çavkaniyên serekî yên qaçaxê di Îranê de bibînin.
Navbirî bas ji vê jî kiriye ku navendên desthilatdar bi hinceta cîbicîkirina wezîfeya xwe, aboriya Îranê gihandine vê rojê.
Serokê firaksiyona xebata li dijî digel gendeliyên aborî yên meclisa rejîma Îranê bas ji vê jî kiriye ku, tiştên qaçax bi rengên fermî û yasayî ji aliyê qaçaxçiyan ve tînine nav Îranê.
Salane bi buhaya 27 milyard “Dollar”î tiştên qaçax tînin nav Îranê, û Wezîrê Aborî yê Îranê jî ragehandiye ku, %70 tiştên qaçax yên Îranê ji sînorên nefermî ve tînin nav Îranê.
Her di vê derheqê de, “Mes`ûd Kerbasiyan” Wezîrê Karûbarên Aborî yê rejîmê, di kêleka hevdîtina digel sekreterê giştî yê saziyên cîhanî yên gumrikê de gotiye ku: “Di sînorên Îranê de bi awayên fermî tu tiştên qaçax nayêne bo nav Îranê".