Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerekî meclîsa rejîma Îranê bas ji gendeliya rejîmê dike

13:13 - 2 Gulan 2020

Roja Înê, 1`ê Gulanê, Endamê Komîsiyona Bername û Bûdceya meclîsa rejîma Îranê, “Husênelî Hacî Dilîganî”, di hevpeyvînekê digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst de got: “%90 a kompaniyên ku dolar bi nirxa 4200 tumenan wergirtine, heyameke kêm ji wergirtina wan dolaran navên wan hatibûne tomarkirin û tenê navên wan li ser kaxezê hebûye”.

Herwisa wî bi nav nûnerê meclîsa rejîma Îranê bas kiriye ku dana dolar bi nirxa 4200 tumenan û siyaseta wê bernamê, belavkirin û xwarina darayiya giştiye û bi hederdana darayiya netewî ye, û Serkomar û Cihgirê wî yê yekem berpirsyar in.

Heyamek berî niha, “Dîwana Mihasibat” a rejîma Îranê bas kiribû ku, 4.8 milyard dolar li ser nirxa 4200 tumen bi dewleta Rûhanî hatiye danê, lê di hember de ti emraz an alavek nehatiye hawirde kirin.

Serkomarê Îranê, “Hesen Rûhanî”, rapora “Dîwana Mihasibat”ê  bi %100 şaş dabû zanîn.

Rejîma Îranê bi gendeliyên milyard dolarî û belavkirina perê xelkê bo terxankirina girûpên terorîstî di derveyê welat de, ti sînorek bo xwe nedaniye û rewêşa jiyana xelkê Îranê bo berpirsên rejîmê ti girîngiyek tinîne.