Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Kongireya Amerîka li ser hewlên terorîstî yên Îranê kom bûn

17:53 - 4 Adar 2021

Li roja Çarşemî 3ê Adarê, hejmarek ji Nûnerên Meclîsa Amerîkayê li derheq reşnivîsa şermezarkirina “pinbêkirinên mafê mirov û hewlên terorîstî yên Îranê”, bi awayê Online kom bûn.

Di wê kombûnê de, 24 nûnerên endam li Meclîsa Nûnerên Amerîkayê ku ji 2 Partiyên Komarîxwaz û Demokratan pêk hatibû, li derheq girîngiya piştevanîkirin ji “Îraneke Skolar û bê çeka navikî”, axavtin.

Nûnerê Komarîxwaz û Endamê Meclîsa Nûnerên Amerîkayê, “Tam Mek Klîntak” di gotinên xwe de rû bi beşdarbûyên kombûnê got: “Ez dê welatê xwe han bidim heta ku guh li daxwaziyên we bigre”.

Di wê reşnivîsê de, bas ji wê hatiye kirin, ku Îran li demên berê û niha, piştevaniya terorîzmê kiriye û dike û herwisa binpêkirina mafê mirov jî înkar dike.

Ew kombûne di halekê de ye ku alozî di navbera Îran û Amerîkayê li derheq bernameya navikiya Îranê zêdetir bûye.