
Nûnerên meclisa rejîmê di terhek nû de daxwaz kirine bodceya hêza“Qudis” a Spahê zêde bikin
Di vê terhê de ku bi navê “Eqdamê Muteqabêl” li hember oprasiyona kuştina “Qasim Silêmanî” hatiye pêşniyardan, gotine ku dibe %1 dahata hinardeya hikûmetê bo Îraqê bo hêza “Qudis” a Spaha Pasdaran bê terxan kirin heta ku ew hêz bikare li rêya vê dahatê bo derkirina Amrîkayê di deverê mifahê bigirn.
Herwisa nûnerên meclisê gotine li rêya wî terhî ku pêşniyar kirine her welatek bikare Amerîkayê di deverê de derbiken bo heyama 5 salan ji “hevkariya bergirî” ya Îranê mifahê dêgirin.
Pêka raporên malî yên hikûmeta Îranê hinardeya xeyrî neftî yê Îran bo Îraqê di 7 mehê despêka salê de 5 milyard dolar bûye, herwisa mecilsa Îslamî di meha Befranbar par de piştî kuştina “Qasim Silêmanî” pejirand ku di 2 mehan de bodceya hêza “Qudis” di taya dervey sînorê yê Spaha Pasdaran 200 milyon yuro zêde bûye.
Bi giştî ti kes û ti damzraweyek nikarin wek her karên din yên hikûmeta Îranê çavedêriyê li ser bodceya salan a hêza Qudis de bikin, heta ku bizanin ew dahat û malyat ber bi kîderê diçe.