Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûrî Malikî: “Bêrîzî bi Sîstanî, bêrêzî bi xelkê Îraqê ye”

11:22 - 28 Îlon 2020

Serokwezîrê berê yê Îraqê, “Nûrî El-Malikî”, nivîsa “Elî Şerîetmedarî” derheq “Elî Sîstanî”, bêrêzîkirin bi “Merce`îyeta Olî” û xelkê Îraqê dizane û şermezar kir.

Roja Yekşemî, 27ê Îlonê, Serokwezîrê berê yê Îraqê, Nûrî El-Malikî, di berketa gotinên nûnerê Elî Xamineyî, “Elî Şerîetmedarî” derheq “Elî Sîstanî” di rojnameya “Keyhan”ê de, got: “Ew Bêrêziya ku bi Merce`îyeta payebilind ,“Ayetullah Sîstanî”, piştî pêşewaziya wî ji Nûnera Taybet ya Saziya Navnetewî, “Jeanine Hennis-Plasschaert” hatibû kirin, em bi tundî şermezar dikin û wê bêrêzîyê, bi bêrêzî bi tev xelkê Îraqê dizanin”.

Çend roj berî niha, Nûnerê Elî Xamineyî di rojnameya “Keyhan” a girêdayê rejîma Îranê de, “Elî Şerîetmedarî”, hevdîtin û pêşewaziya Merce`ê payebilind yên Şîeyan, “Ayetullah Sîstanî” ji Nûnera Taybet ya Saziya Navnetewî, “Jeanine Hennis-Plasschaert”, û daxwaza Elî Sîstanî ji Saziya Navnetewî bona çavdêrî li ser hilbijartin di Îraqê de, bi ragihandina şikesta wî welatî û reşbînî bi gelê xwe û geşbînî bi biyaniyan dabû xuya.

Rejîma Îranê her pêngavekî erênî ku bona çareserkirina pirsgirêkên Îraqê bê avetinê, bi dijî siyasetên xwe dizane.