
Kurdistanmedia: Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku piştî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê 180,hezar kes mirovên sîvîl ji herêmê koç kirine.
Deftera Alîkariya Mirovî ya UN`ê ragihand ku êrîşên Tirkîyên dijî bakurê Sûrîyê trajedîyeke mirovahîyê çêkiriye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku Kurdên ku di bin êrîşên leşkerên Tirk de mane, ti têkoşîna dijî (DAIŞ)ê şer kirine, Tirkîye wan wekî terorîst dibîne û êrîşên dijî wan ser xwestek Amerîka sekinîye.
UN`ê da zanîn ku bi operasyona Tirkîyê binesazî û avahî xirab bûne û amaje kir ku çar navendên saxlemîyê jî bi êrîşan zarar dîtine.
Herwisa ji aliyê jêwekoleran ve hatiye piştrast kirin ku Tirkiyê Bombên Fisfora Sipî bi dijî xelkê Sivîl bikar aniye.
Operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê di 9’ê Cotmehê de destpê kiribû.
Li gor Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî operasyon destpê kir 80,hezar zarok koçber bûne, dehan zarokan jîyana xwe ji dest dan û dehan zarokên din jî birîndar bûn.