Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Obama: Hemû bijarde bona pêşgirtin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka Navikî li ber dest in

21:59 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Barak Obama serkomarê Amrîkayê di serûbendê danûstanên rejîma Îranê û welatên Rojava de, bas ji hemû bijardeyan bo ragirtina çeka Navikî a rejîma Îranê dike.

Rojnameya “Haaretz”a Îsraîlê nivîsandiye ku Obama ragehandiye: Amrîka li ser pêşgirtina rejîma Îranê ji destpêregihîştina bi bernameya Navikî pêger e û di hemû bijardeyan di vê arastê de mifah werdigre.

Obama gotiye: Di demekê de di dawiya gotûbêjan nêzîk dibe ku nizanîn we danûstandine encama wê heye an na? lê ew daxwazane tu guherînek bi ser de nehatiye û armanca me pêşgirtin ji çeka Nevekî a rejîma Îranê ye.

Ewa di demekê de ye ku welatên 5 + 1 li bajarê Viyanê paytexta welatê Otrîşê, şeşemîn gera danûstandinê encamp dide.