Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ofîsa Şaxewan Ebdula cêhgirê duyem yê parlemana Îraqê, bo armanca terorîstan

11:58 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, girûpên siyasî ên Îraqê ku, di hilbijartinên parlemanê de, serkevtin dest nexistine li bajarê Kerkûkê, bi armanca tolhildanê bi naroncikan êrîşî li ser ofîsa “Şaxewan Ebdula”cêhgirê duyem yê parlemanê kirin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Va`i” ya li Îraqê, “Muqiteda Sedr” melayê şî`e meseb yê rêberê Sedriyan, di bersiva vê kiriya terorîstî de got: Kiryarên têkderane ên milîşên girêdayî aliyên siyasî ku navendên partiyên din dikin armanc newekheviyê çê dikin.

Herwisa navbirî got, ev kiryara han ne dilxwaz û bifême, demakû daxwaziyên kesekî siyasî cî bi cî nebûne, ev dest diavêje bi afirandina aloziyan lê, dibe demldest pêşî jê bê girtin.

Di heyama êrîşên terorîstî ên çend rojên derbazbûyî de ku, li dijî ofîsên partî û kesayetiyên siyasî hatine encam dan, Şêwra Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê bi serkomariya “Mistefa El-Kazimî” jî,  bilezgînî civîn pêk anîn û di vê derheqê de daxuyaniyek  belav kirin, di vê daxuyaniyê de, ev êrîşên terorîstî di tevlîhevkirina rewşa ewlehiya civakê û aştiya dinavbera aliyên siyasî de dan zanîn.

Her di vê derheqê de jî, “Mes`ûd Barzanî” rêberê Partiya Demokrat a Kurdistana Îraqê, û “Muqiteda Sedir” rêberî olî yê şî`e meseb yê Îraqê, ev kiryara terorîstî şermezar kirin û daxwaza venasîna bikirên vê kirin.