Wezîrê derve yê “Okrayn”ê derheq bi bê encam mana xwe digel rejîma Îranê li lêdana balafira Okraynê ku ji aliyê Spaya pasdatran a terorîst ve xistibû xwarê, gef ji rejîma Îranê xwar.
Roja Dûşemî, 18`ê Gulanê, Wezîrê Derve yê Okraynê, “Dimîtrî Kolba”, di hevpeyvîneke xwe digel “R.B.C” a Okraynê de, derheq sixtina xwarê a balafira Okraynî ku di wê bûyerê de, 176 kesan canê xwe ji dest dabûn de got: “Ew bûyer, li ser hinek ji welatên wekî Kanada, Birîtaniya, Soêd, Efxanistan û Okraynê bandor danî. Me digel hev peywndî hene lewma, hekî nekarin digel Îranê bigehne eanceamekê, em dê rêyeke yasayî bona lipeyketin bi dû Îranê, bigirine ber xwe, herçi qas ku rêyeke demdirêje lê ewleh û bi bandore ku, em her dem ku derfeta wê hebe, em dê wî karî bikin”.
Pêka gotina Wezîrê Derve yê Okraynê, ew welat pêşniyareke lihevhatine mirovî bi Îranê dike ku bona temamkirina lezgîn a lêkolînan û herwisa wekirina şifreyên “Sindûqa Reş” tekeziyê dike.
Spaha pasdaran a terorîs bi lêdana mûşekan bi wê balafirê, canê 178 kesên bêtawan kire qurbanî.